Welat û Warparêzî (Terrîtoryalîzm)
Kurdistan dewleteke komarî û serbixwe ye; ew tenê welat û Wargeha Neteweyî ya Netewa Kurd e. Serweriya Neteweyî ya Kurdistanê neguherbar e û nayê danûstandinê; ne tê parvekirin û ne jî bi kesekî din re tê hevpar kirin. Koka vê serweriyê di berdewamiya dîrokî, çandî û wargehî ya Kurdistanê de ye, wek neteweyeke yekgirtî.
Bend 1: Welat û Warparêzî (Terrîtoryalîzm)
Kurdistan dewleteke komarî û serbixwe ye; ew tenê welat û Wargeha Neteweyî ya Netewa Kurd e. Serweriya Neteweyî ya Kurdistanê neguherbar e û nayê danûstandinê; ne tê parvekirin û ne jî bi kesekî din re tê hevpar kirin. Koka vê serweriyê di berdewamiya dîrokî, çandî û wargehî ya Kurdistanê de ye, wek neteweyeke yekgirtî.
Yekem: Pênaseya Serwerî û Warparêziyê
1.1. Serweriya Neteweyî desthilata qanûnî ya herî bilind a Netewa Kurd e li ser Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê, ku tenê di çarçoveya dewleteke naskirî û xwedî desthilata tam de tê sepandin.
1.2. Serwerî bingeha wargerîya rewa ya dewleteke serbixwe ye û zemîna dewletdarî û desthilatdariyê li Kurdistanê dabîn dike.
1.3. Warparêzî xwedîtiya tam li ser tevahiya axa dîrokî ya Kurdistanê ye.
1.4. Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê hemû wan axan dihewîne ku Netewa Kurd di dirêjahiya dîrokê de lê niştecih bûye.
Duyem: Erka Hevbeş ji bo Warparêziyê
2.1. Hemû hevwelatiyên Kurdistanê erka qanûnî û niştimanî ya Warparêziyê û parastina Serweriya Neteweyî li ser milên xwe digirin.
2.2. Ev erk bi van rêyan tê bicihanîn:
a. Beşdariya çalak di saziyên Kurdistanê de;
b. Dilsoziya bi prensîbên bingehîn ên Dewletê re;
c. Amadebûna parastina Wargeha Neteweyî di demên aşitî û şer de.
Sêyem: Pabendbûn bi Wargerîya Berevaniya Niştimanî
3.1. Dewleta Kurdistanê wargerîyeke yekgirtî ya Berevaniya Niştimanî dişopîne.
3.2. Divê Dewlet bi qanûnê:
a. Hêza Berevaniya Niştimanî ava bike;
b. Beşdariya hevbeş a hevwelatiyên Kurdistanê di Berevaniya Niştimanî de rêk bixe;
c. Hevahengiya di navbera saziyên leşkerî û sivîl de dabîn bike.
3.3. Armanca Berevaniya Niştimanî ne tenê berevanîkirin e, belkî parastina çalak a serxwebûn û Ewlehiya Neteweyî ya Kurdistanê ye.
Çarem: Dewletdarî û Desthilatdarî
4.1. Dewlet û Desthilat du aliyên sereke yên wargerîyê li Kurdistanê ne:
a. Dewlet: pêkhateya domdar a Warparêzî û Serweriya Neteweyî ye, ku amûrên leşkerî, perwerdehî, darayî û dîplomasiyê dihewîne.
b. Desthilat (Hikûmet): mekanîzmeya demkî ya wargerîyê ye ji bo rêvebirina welat, ku bi hilbijartinên giştî tê avakirin.
4.2. Komara Kurdistanê Dewleta Kurdistanê ye. Dewleta Kurdistanê rewayiya xwe, wek dengvedana îradeya dîrokî ya Kurd ji bo dewletbûnê, tenê û tenê ji vê Destûrê werdigire. Tu hêz, tu îradeyeke cuda ya navxweyî û tu îradeyeke dijminane ya derveyî nikare vê rewayiyê ji Dewleta Kurdistanê bistîne.
4.3. Hemû hevwelatî û şaromendên Kurdistanê, bi Nasnameya Kurdistanî, mafê beşdariya di Desthilatdariyê de hene. Ev beşdarî bi mekanîzmayên wargerîyê, wek avakirina partiyên wargerî û ketina pêvajoya hilbijartinê, tê sepandin; bi şertê ku ew bi Destûrê û nirxên bilind ên civaka Kurdistanê ve pabend bin.
Pêncem: Têkiliyên Navdewletî û Parastina Serweriyê
5.1. Dewleta Kurdistanê mafê qanûnî yê bidestxistina naskirina navdewletî û endametiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî heye.
5.2. Dewleta Kurdistanê, bi şertê parastina berjewendî û Ewlehiya Neteweyî ya xwe, bi awayekî çalak beşdarî peymannameyên navdewletî dibe û di çarçoveya Serweriya Neteweyî ya xwe de bi bicihanîna wan ve pabend dibe.
5.3. Divê her peyman û hevalbendiyek:
a. Zelal be;
b. Li ser bingeha rêzgirtina dualî ji Warparêziya Kurdistanê re be;
c. Serweriya Neteweyî ya Kurdistanê lawaz neke.
5.4. Her peymaneke ku li dijî Berjewendiya Neteweyî ya Bilind an Ewlehiya Neteweyî ya Kurdistanê be, ji aliyê qanûnî ve ji bingehê betal e.
Şeşem: Destûr wek Saziya Yekem a Dewleta Kurdistanê
6.1. Destûr saziya yekem a Dewleta Kurdistanê ye û binesaziya wargerî û dadî ji bo hemû saziyên din ên Dewleta Kurdistanê datîne.
6.2. Ev Destûr parêzvanê qanûnî û destûrî yê Wargeha Neteweyî, Serweriya Neteweyî, Ewlehiya Neteweyî û Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê ye.
6.3. Bendên vê Destûrê yên ku bi bingehên Dewletdarî û Warparêziyê ve girêdayî ne, neguherbar in û nayên destkarîkirin; ji bilî ji bo xurtkirin û bicihanîna çêtir a heman bingehan.
6.4. Destûra Komara Kurdistanê dengvedana îrade û daxwaza giştî ye, wek berhema Jîriya Kolektîf a Netewa Kurd li Kurdistanê; neteweyek ku niha di kûrahiya Xweya Kolektîf a xwe de xwedî Kesayetiya Neteweyî ye. Dema ku hemû ev hêman dibin nivîs, bi hev re dibin Destûra Komara Kurdistanê.
6.5. Tu qanûn, rêgez an biryar nikare li dijî bingehên vê Bendê were darêtin.
6.6. Her kiryar an çalakiyeke wargerî an civakî ya ku li dijî Serwerî û Warparêziya Kurdistanê gefê çêbike, wek sûcê Xiyaneta Niştimanî tê hesibandin û li gorî qanûnê tê cezakirin.
Heftem: Zimanê Kurdî, War û Serwerî
7.1. Zimanê Kurdî berdewamiya dîrokî ye û beşeke venegirtî ya Nasnameya Neteweyî ya bi hezaran salan û Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê ye.
7.2. Her herêmeke Kurdistanê, tewra wan herêman jî ku Netewa Kurd di nav wan de hatiye kirin kêmîne, beşeke venegirtî ya axa Kurdistanê ye. Tu guhertineke demografîk an qanûnî vê rastiyê naguhere.
7.3. Di nav zaravayên Zimanê Kurdî de serdestî û bindestî nayê pejirandin. Tu zaravayeke Kurdî bi tena serê xwe Zimanê Kurdî nîne. Belkî Zimanê Kurdî, wek zincîre-zaravayekê, tevahiya hemû zaravayên Kurdî dihewîne û fermîbûna Zimanê Kurdî hemû zaravayan digire nav xwe.
7.4. Li seranserê Kurdistanê divê Zimanê Kurdî:
a. Zimanê fermî yê perwerde û hînkirinê be;
b. Di hemû astên xwendinê de bê bikaranîn;
c. Ji aliyê hemû niştecihên Kurdistanê ve bê hînbûn;
d. Dewleta Kurdistanê «Akademiya Niştimanî ya Zimanê Kurdî» ava bike. Erka vê Akademiyê standardkirin, pêşxistin û hêsankirina şêweya fermî ya Zimanê Kurdî di saziyên Dewletê û cihên giştî de ye, bi awayekî ku têgihiştina civakî hêsan bike û di heman demê de rêzê ji pirzaravayiya Zimanê Kurdî re bigire.
7.5. Hemû ew Kurdên ku di encama asîmîlasyona zimanî û guherîna zimanî de Zimanê Kurdî yê xwe ji dest dane, ji Kurd-bûnê dernakevin. Erka Dewleta Kurdistanê ye ku bi wargerîyeke rast Zimanê Kurdî ji wan û nifşên wan ên paşerojê re vegerîne.
Heştem: Kurdistan wek Binesaziya Neteweyî
8.1. Serwerî û Warparêziya Kurdistanê ji sînorên wargerî yên emperyal ên dagirkeran derbas dibe û berhema têkoşîna dîrokî ya Netewa Kurd ji bo serxwebûn û azadiyê ye.
8.2. Serweriya Kurdistanê li ser Wargeha Neteweyî ya xwe:
a. Encama hebûna xwezayî û hebûnnasî ya Kurd e;
b. Li ser îradeya civaka navdewletî ye;
c. Berhema îradeya herheyî û bêrawestan a Netewa Kurd e.
Nehem: Pênaseya Kurd-bûn û Kurdistanî-bûnê
9.1. Pênaseya Kurd-bûnê:
a. Kurd-bûn binesaziya hebûnnasî ya hesta neteweyî ya Kurd e û girêdana bi kok û reh, dîrokî, çandî û wargehî bi Netewa Kurd re nîşan dide.
b. Divê Dewleta Kurdistanê parastina Nasnameya Kurd-bûnê bi awayekî sazî di qanûnên bingehîn û jêrîn de misoger bike.
c. Ji bo parastina Kurd-bûnê, divê saziyeke taybet ji bo karûbarên Nasnameya Neteweyî bê avakirin. Erka vê saziyê diyarkirin, parastin û bicihkirina pîvanên Kurd-bûnê ye.
9.2. Rêyên Veguhestina Kurd-bûnê:
a. Kurd-bûn bi rêya kok û reha Kurdî tê veguhestin; ev dikare ji dê û bav herduyan an tenê ji yek ji wan were wergirtin.
b. Kurd-bûn bi rêya xweagahî, hevagahî û hesta Nasnameya bi kok û reha Kurdî tê xurtkirin û pêş dikeve.
c. Kurd-bûn pabendbûneke qanûnî û kiryarî ye bi Destûra Kurdistanê û Warparêziya Neteweyî ya Kurdistanê.
d. Kurd-bûn bi Peymana Neteweyî ya bi Dewleta Kurdistanê re û bi pabendbûna li îradeya Serweriya Neteweyî ya Tam ve girêdayî ye.
9.3. Pênaseya Kurdistanî-bûnê:
a. Kurdistanî-bûn girêdaneke bingehîn bi Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê re ye, wek welat û axa ku hebûn û jiyana mirovê Kurd pê ve girêdayî ye.
b. Kurdistanî-bûn bingeha qanûnî û destûrî ya Hevwelatîbûna Kurdistanî ye û Mafê Niştecîhbûnê û jiyanê li ser axa Kurdistanê misoger dike.
c. Kurdistanî-bûn bi rêya ji dayikbûnê li ser axa Kurdistanê ji dê û bavên xwedî Şaromendiya Kurdistanî, bi niştecihbûna dirêjdem an bi Peymana Hevwelatîbûnê tê bidestxistin.
d. Kurdistanî-bûn bi pejirandin û dilsoziya bi Destûra Kurdistanê re girêdayî ye û bi Nasnameya Neteweyî ya Kurdistanê statûya qanûnî ya fermî werdigire.
9.4. Rewşa Şaromendê Kurdistanî:
a. Şaromendiya Kurdistanî ji tevahiya Kurd û ne-Kurdên niştecihê Kurdistanê yên xwedî pileya Şaromendiyê pêk tê.
b. Hemû şaromendên Kurdistanê li hember qanûnê wekhev in, bêyî cudahî li ser bingeha kok û reh, nijad, zayend, ol, bawerî, ziman an rewşa civakî.
c. Hemû şaromendên Kurdistanê di erk, maf û azadiyên demokratîk ên ku di Destûrê de hatine pênasekirin de wekhev in.
d. Ne-Kurdên Kurdistanê mafê parastina Nasnameya Çandî û Zimanî ya xwe hene, bi şertê ku bi Destûrê û Serweriya Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê ve pabend bin.
9.5. Erka Dewletê li hember Kurdistanî-bûnê:
a. Dewleta Kurdistanê berpirsiyar e ji diyarkirina qanûn û rêgezên têkildar bi Şaromendiya Kurdistanî, Mafê Penaberiyê, Mafê Niştecîhbûnê û hemû pirsên têkildar.
b. Divê Dewlet hevsengiya di navbera mafên takekesî yên şaromendan û parastina Nasnameya Neteweyî û Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê de biparêze.
c. Qanûneke Taybet derbarê Şaromendî û Hevwelatîbûna Kurdistanî de ji aliyê Mekoya Niştimanî ya Kurdistanê ve tê derxistin. Ev qanûn pîvan û şertên bidestxistin, ji destdan û vegerandina Şaromendiyê diyar dike.
