{
  "language": "ku",
  "exportedAt": "2026-09-12T20:58:46.434Z",
  "clauses": [
    {
      "id": 1,
      "slug": "clause-1",
      "articleNumber": 1,
      "status": "published",
      "chapterId": 1,
      "title": "Welat û Warparêzî (Terrîtoryalîzm)",
      "body": "Bend 1: Welat û Warparêzî (Terrîtoryalîzm)\n\nKurdistan dewleteke komarî û serbixwe ye; ew tenê welat û Wargeha Neteweyî ya Netewa Kurd e. Serweriya Neteweyî ya Kurdistanê neguherbar e û nayê danûstandinê; ne tê parvekirin û ne jî bi kesekî din re tê hevpar kirin. Koka vê serweriyê di berdewamiya dîrokî, çandî û wargehî ya Kurdistanê de ye, wek neteweyeke yekgirtî.\n\n### Yekem: Pênaseya Serwerî û Warparêziyê\n\n1.1. Serweriya Neteweyî desthilata qanûnî ya herî bilind a Netewa Kurd e li ser Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê, ku tenê di çarçoveya dewleteke naskirî û xwedî desthilata tam de tê sepandin.\n\n1.2. Serwerî bingeha wargerîya rewa ya dewleteke serbixwe ye û zemîna dewletdarî û desthilatdariyê li Kurdistanê dabîn dike.\n\n1.3. Warparêzî xwedîtiya tam li ser tevahiya axa dîrokî ya Kurdistanê ye.\n\n1.4. Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê hemû wan axan dihewîne ku Netewa Kurd di dirêjahiya dîrokê de lê niştecih bûye.\n\n### Duyem: Erka Hevbeş ji bo Warparêziyê\n\n2.1. Hemû hevwelatiyên Kurdistanê erka qanûnî û niştimanî ya Warparêziyê û parastina Serweriya Neteweyî li ser milên xwe digirin.\n\n2.2. Ev erk bi van rêyan tê bicihanîn:\n\na. Beşdariya çalak di saziyên Kurdistanê de;\n\nb. Dilsoziya bi prensîbên bingehîn ên Dewletê re;\n\nc. Amadebûna parastina Wargeha Neteweyî di demên aşitî û şer de.\n\n### Sêyem: Pabendbûn bi Wargerîya Berevaniya Niştimanî\n\n3.1. Dewleta Kurdistanê wargerîyeke yekgirtî ya Berevaniya Niştimanî dişopîne.\n\n3.2. Divê Dewlet bi qanûnê:\n\na. Hêza Berevaniya Niştimanî ava bike;\n\nb. Beşdariya hevbeş a hevwelatiyên Kurdistanê di Berevaniya Niştimanî de rêk bixe;\n\nc. Hevahengiya di navbera saziyên leşkerî û sivîl de dabîn bike.\n\n3.3. Armanca Berevaniya Niştimanî ne tenê berevanîkirin e, belkî parastina çalak a serxwebûn û Ewlehiya Neteweyî ya Kurdistanê ye.\n\n### Çarem: Dewletdarî û Desthilatdarî\n\n4.1. Dewlet û Desthilat du aliyên sereke yên wargerîyê li Kurdistanê ne:\n\na. Dewlet: pêkhateya domdar a Warparêzî û Serweriya Neteweyî ye, ku amûrên leşkerî, perwerdehî, darayî û dîplomasiyê dihewîne.\n\nb. Desthilat (Hikûmet): mekanîzmeya demkî ya wargerîyê ye ji bo rêvebirina welat, ku bi hilbijartinên giştî tê avakirin.\n\n4.2. Komara Kurdistanê Dewleta Kurdistanê ye. Dewleta Kurdistanê rewayiya xwe, wek dengvedana îradeya dîrokî ya Kurd ji bo dewletbûnê, tenê û tenê ji vê Destûrê werdigire. Tu hêz, tu îradeyeke cuda ya navxweyî û tu îradeyeke dijminane ya derveyî nikare vê rewayiyê ji Dewleta Kurdistanê bistîne.\n\n4.3. Hemû hevwelatî û şaromendên Kurdistanê, bi Nasnameya Kurdistanî, mafê beşdariya di Desthilatdariyê de hene. Ev beşdarî bi mekanîzmayên wargerîyê, wek avakirina partiyên wargerî û ketina pêvajoya hilbijartinê, tê sepandin; bi şertê ku ew bi Destûrê û nirxên bilind ên civaka Kurdistanê ve pabend bin.\n\n### Pêncem: Têkiliyên Navdewletî û Parastina Serweriyê\n\n5.1. Dewleta Kurdistanê mafê qanûnî yê bidestxistina naskirina navdewletî û endametiya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî heye.\n\n5.2. Dewleta Kurdistanê, bi şertê parastina berjewendî û Ewlehiya Neteweyî ya xwe, bi awayekî çalak beşdarî peymannameyên navdewletî dibe û di çarçoveya Serweriya Neteweyî ya xwe de bi bicihanîna wan ve pabend dibe.\n\n5.3. Divê her peyman û hevalbendiyek:\n\na. Zelal be;\n\nb. Li ser bingeha rêzgirtina dualî ji Warparêziya Kurdistanê re be;\n\nc. Serweriya Neteweyî ya Kurdistanê lawaz neke.\n\n5.4. Her peymaneke ku li dijî Berjewendiya Neteweyî ya Bilind an Ewlehiya Neteweyî ya Kurdistanê be, ji aliyê qanûnî ve ji bingehê betal e.\n\n### Şeşem: Destûr wek Saziya Yekem a Dewleta Kurdistanê\n\n6.1. Destûr saziya yekem a Dewleta Kurdistanê ye û binesaziya wargerî û dadî ji bo hemû saziyên din ên Dewleta Kurdistanê datîne.\n\n6.2. Ev Destûr parêzvanê qanûnî û destûrî yê Wargeha Neteweyî, Serweriya Neteweyî, Ewlehiya Neteweyî û Dewleta Serbixwe ya Kurdistanê ye.\n\n6.3. Bendên vê Destûrê yên ku bi bingehên Dewletdarî û Warparêziyê ve girêdayî ne, neguherbar in û nayên destkarîkirin; ji bilî ji bo xurtkirin û bicihanîna çêtir a heman bingehan.\n\n6.4. Destûra Komara Kurdistanê dengvedana îrade û daxwaza giştî ye, wek berhema Jîriya Kolektîf a Netewa Kurd li Kurdistanê; neteweyek ku niha di kûrahiya Xweya Kolektîf a xwe de xwedî Kesayetiya Neteweyî ye. Dema ku hemû ev hêman dibin nivîs, bi hev re dibin Destûra Komara Kurdistanê.\n\n6.5. Tu qanûn, rêgez an biryar nikare li dijî bingehên vê Bendê were darêtin.\n\n6.6. Her kiryar an çalakiyeke wargerî an civakî ya ku li dijî Serwerî û Warparêziya Kurdistanê gefê çêbike, wek sûcê Xiyaneta Niştimanî tê hesibandin û li gorî qanûnê tê cezakirin.\n\n### Heftem: Zimanê Kurdî, War û Serwerî\n\n7.1. Zimanê Kurdî berdewamiya dîrokî ye û beşeke venegirtî ya Nasnameya Neteweyî ya bi hezaran salan û Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê ye.\n\n7.2. Her herêmeke Kurdistanê, tewra wan herêman jî ku Netewa Kurd di nav wan de hatiye kirin kêmîne, beşeke venegirtî ya axa Kurdistanê ye. Tu guhertineke demografîk an qanûnî vê rastiyê naguhere.\n\n7.3. Di nav zaravayên Zimanê Kurdî de serdestî û bindestî nayê pejirandin. Tu zaravayeke Kurdî bi tena serê xwe Zimanê Kurdî nîne. Belkî Zimanê Kurdî, wek zincîre-zaravayekê, tevahiya hemû zaravayên Kurdî dihewîne û fermîbûna Zimanê Kurdî hemû zaravayan digire nav xwe.\n\n7.4. Li seranserê Kurdistanê divê Zimanê Kurdî:\n\na. Zimanê fermî yê perwerde û hînkirinê be;\n\nb. Di hemû astên xwendinê de bê bikaranîn;\n\nc. Ji aliyê hemû niştecihên Kurdistanê ve bê hînbûn;\n\nd. Dewleta Kurdistanê «Akademiya Niştimanî ya Zimanê Kurdî» ava bike. Erka vê Akademiyê standardkirin, pêşxistin û hêsankirina şêweya fermî ya Zimanê Kurdî di saziyên Dewletê û cihên giştî de ye, bi awayekî ku têgihiştina civakî hêsan bike û di heman demê de rêzê ji pirzaravayiya Zimanê Kurdî re bigire.\n\n7.5. Hemû ew Kurdên ku di encama asîmîlasyona zimanî û guherîna zimanî de Zimanê Kurdî yê xwe ji dest dane, ji Kurd-bûnê dernakevin. Erka Dewleta Kurdistanê ye ku bi wargerîyeke rast Zimanê Kurdî ji wan û nifşên wan ên paşerojê re vegerîne.\n\n### Heştem: Kurdistan wek Binesaziya Neteweyî\n\n8.1. Serwerî û Warparêziya Kurdistanê ji sînorên wargerî yên emperyal ên dagirkeran derbas dibe û berhema têkoşîna dîrokî ya Netewa Kurd ji bo serxwebûn û azadiyê ye.\n\n8.2. Serweriya Kurdistanê li ser Wargeha Neteweyî ya xwe:\n\na. Encama hebûna xwezayî û hebûnnasî ya Kurd e;\n\nb. Li ser îradeya civaka navdewletî ye;\n\nc. Berhema îradeya herheyî û bêrawestan a Netewa Kurd e.\n\n### Nehem: Pênaseya Kurd-bûn û Kurdistanî-bûnê\n\n9.1. Pênaseya Kurd-bûnê:\n\na. Kurd-bûn binesaziya hebûnnasî ya hesta neteweyî ya Kurd e û girêdana bi kok û reh, dîrokî, çandî û wargehî bi Netewa Kurd re nîşan dide.\n\nb. Divê Dewleta Kurdistanê parastina Nasnameya Kurd-bûnê bi awayekî sazî di qanûnên bingehîn û jêrîn de misoger bike.\n\nc. Ji bo parastina Kurd-bûnê, divê saziyeke taybet ji bo karûbarên Nasnameya Neteweyî bê avakirin. Erka vê saziyê diyarkirin, parastin û bicihkirina pîvanên Kurd-bûnê ye.\n\n9.2. Rêyên Veguhestina Kurd-bûnê:\n\na. Kurd-bûn bi rêya kok û reha Kurdî tê veguhestin; ev dikare ji dê û bav herduyan an tenê ji yek ji wan were wergirtin.\n\nb. Kurd-bûn bi rêya xweagahî, hevagahî û hesta Nasnameya bi kok û reha Kurdî tê xurtkirin û pêş dikeve.\n\nc. Kurd-bûn pabendbûneke qanûnî û kiryarî ye bi Destûra Kurdistanê û Warparêziya Neteweyî ya Kurdistanê.\n\nd. Kurd-bûn bi Peymana Neteweyî ya bi Dewleta Kurdistanê re û bi pabendbûna li îradeya Serweriya Neteweyî ya Tam ve girêdayî ye.\n\n9.3. Pênaseya Kurdistanî-bûnê:\n\na. Kurdistanî-bûn girêdaneke bingehîn bi Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê re ye, wek welat û axa ku hebûn û jiyana mirovê Kurd pê ve girêdayî ye.\n\nb. Kurdistanî-bûn bingeha qanûnî û destûrî ya Hevwelatîbûna Kurdistanî ye û Mafê Niştecîhbûnê û jiyanê li ser axa Kurdistanê misoger dike.\n\nc. Kurdistanî-bûn bi rêya ji dayikbûnê li ser axa Kurdistanê ji dê û bavên xwedî Şaromendiya Kurdistanî, bi niştecihbûna dirêjdem an bi Peymana Hevwelatîbûnê tê bidestxistin.\n\nd. Kurdistanî-bûn bi pejirandin û dilsoziya bi Destûra Kurdistanê re girêdayî ye û bi Nasnameya Neteweyî ya Kurdistanê statûya qanûnî ya fermî werdigire.\n\n9.4. Rewşa Şaromendê Kurdistanî:\n\na. Şaromendiya Kurdistanî ji tevahiya Kurd û ne-Kurdên niştecihê Kurdistanê yên xwedî pileya Şaromendiyê pêk tê.\n\nb. Hemû şaromendên Kurdistanê li hember qanûnê wekhev in, bêyî cudahî li ser bingeha kok û reh, nijad, zayend, ol, bawerî, ziman an rewşa civakî.\n\nc. Hemû şaromendên Kurdistanê di erk, maf û azadiyên demokratîk ên ku di Destûrê de hatine pênasekirin de wekhev in.\n\nd. Ne-Kurdên Kurdistanê mafê parastina Nasnameya Çandî û Zimanî ya xwe hene, bi şertê ku bi Destûrê û Serweriya Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê ve pabend bin.\n\n9.5. Erka Dewletê li hember Kurdistanî-bûnê:\n\na. Dewleta Kurdistanê berpirsiyar e ji diyarkirina qanûn û rêgezên têkildar bi Şaromendiya Kurdistanî, Mafê Penaberiyê, Mafê Niştecîhbûnê û hemû pirsên têkildar.\n\nb. Divê Dewlet hevsengiya di navbera mafên takekesî yên şaromendan û parastina Nasnameya Neteweyî û Wargeha Neteweyî ya Kurdistanê de biparêze.\n\nc. Qanûneke Taybet derbarê Şaromendî û Hevwelatîbûna Kurdistanî de ji aliyê Mekoya Niştimanî ya Kurdistanê ve tê derxistin. Ev qanûn pîvan û şertên bidestxistin, ji destdan û vegerandina Şaromendiyê diyar dike.",
      "summary": "Kurdistan dewleteke komarî û serbixwe ye; ew tenê welat û Wargeha Neteweyî ya Netewa Kurd e. Serweriya Neteweyî ya Kurdistanê neguherbar e û nayê danûstandinê; ne tê parvekirin û ne jî bi kesekî din re tê hevpar kirin. Koka vê serweriyê di berdewamiya dîrokî, çandî û wargehî ya Kurdistanê de ye, wek neteweyeke yekgirtî."
    },
    {
      "id": 2,
      "slug": "clause-2",
      "articleNumber": 2,
      "status": "published",
      "chapterId": 1,
      "title": "Ala Kurdistanê",
      "body": "Bend 2: Ala Kurdistanê\n\nAla Kurdistanê sembola herdemî ya yekîtî, serwerî û Nasnameya Wargerî ya Netewa Kurd e û alaya herdemî ya Kurd û Kurdistanê ye. Ala Kurdistanê ne tenê Alaya Netew, Welat û Dewleta Kurdistanê ye; her desthilat û pergaleke ku li Kurdistanê desthilatdariyê bike, xwedî erka niştimanî û neteweyî ye ku rêzê ji Alaya Kurdistanê re bigire. Di heman demê de, tu desthilat an pergal mafê wê tune ye ku Alaya Neteweyî ji bo rêbaz an armancên îdeolojîk bide bikaranîn.\n\nEv ala ji sê rengên asoyî pêk tê: sor li beşa jorîn, spî li navîn û kesk li beşa jêrîn. Di navenda qada spî de, rojeke zêrîn bi bîst û yek tîrêjan ve dibiriqe.\n\n### Yekem: Peymana Rengan\n\nRengên Alaya Kurdistanê ne tenê hêmanên dîtbar in; ew şênberbûna destûrî ya wan peymanên bingehîn û neguherbar in ku Hebûna Neteweyî li ser wan hatiye avakirin. Her rengek nûneriya erkeke hebûnî û sozeke herdemî dike ku li ser milê Dewletê û her kesekî Netewa Kurd e.\n\na. Rengê Sor: Peymana Xwînê û Neteweyê\n\nRengê sor nûnerê Peymana Xwînê ye; ew girêdana organîk û ji hev venebar e ku her kesekî Kurd bi rabirdû, niha û pêşeroja Netewa Kurd ve girê dide. Ew sembola wê koka hevpar û kûr e ku wek reh û kok ji bav û kalên me ji me re maye û em wê wek emaneteke pîroz radestî nifşên pêşerojê dikin. Ev peyman Dewlet û Şaromend bi van erkên jêrîn ve girê dide:\n\n1. Pejirandina vê rastiyê ku Netew ne tenê komeke kesan e, belkî zincîreyeke zindî ya dîrokî ye ku xwîn û bîranîn ew bi hev ve girê dane.\n\n2. Parastina paqijî û berdewamiya Neteweyê wek bilindtirîn erka hebûnî.\n\n3. Berpirsiyariya hevpar ji bo parastina her kesekî Neteweyê; ji ber ku her kes hilgirê beşekê ji vê Mîrata Hevpar e.\n\n4. Redkirina her îdeolojiyekê ku hewl bide vê girêdana bingehîn ji holê rake, an Nasnameya Neteweyî wek tiştekî bijarteyî an demkî nîşan bide.\n\nb. Rengê Spî: Sembola Ronahiyê wek Peymana Jiyaneke Kolektîf a Geş û Ronî\n\nRengê spî lûtkeya Peymana Netewa Kurd e ji bo avakirina jiyaneke kolektîf a geş û ronî, xwedî îradeyeke pola, ku li ser bingehên aqil, qanûn, dadperwerî û Îradeya Kolektîf ji bo Serweriya Mutleq li Kurdistanê, wek Welatê Netewa Kurd, hatiye avakirin. Ev Peymana Armancê ye; ew asoya ronî ye ku têkoşîna Neteweyê ber bi wê ve rêberî dike. Ev peyman Dewlet û Şaromend bi van erkên jêrîn ve girê dide:\n\n1. Avakirina dewleteke bihêz û qanûnserwer ku tê de tu kes li ser qanûnê nebe.\n\n2. Misogerkirina maf û azadiyên bingehîn wek bingeha jiyaneke rûmetdar.\n\n3. Pêşxistina zanist û ronakbîriyê û berxwedana li hember nezanî û paşketinê.\n\n4. Xebata bêrawestan ji bo gihîştina civakeke pêşketî û dadperwer ku ji herêmê û cihanê re bibe çirayek.\n\nc. Rengê Kesk: Peymana Warê\n\nRengê kesk sembola Peymana Ji Hev Venebar û Herdemî ya Netewa Kurd û Şaromendên wê bi ax û Wargeha Pîroz a Kurdistanê re ye. Ev ne tenê girêdaneke erdnîgarî ye; belkî girêdaneke organîk û ontolojîk e di navbera Neteweyê û wê axê de ku bedena fizîkî û meydana şênberbûna Hebûna Dîrokî ya Neteweyê ye. Ev peyman Dewlet û Şaromend bi van erkên jêrîn ve girê dide:\n\n1. Parastina bêdanûstandin a Yekparetiya Wargeha Neteweyî wek bilindtirîn erka hebûnî.\n\n2. Avakirin û pêşxistina axê wek erkeke pîroz; ne tenê wek çavkaniyeke aborî, belkî wek pêkanîna kapasîteyên Neteweyê li ser bedena xwe.\n\n3. Rêzgirtina ji xwezayê û parastina Jîngeha Kurdistanê wek mîrateke nifşên pêşerojê.\n\n4. Redkirina mutleq a her hewldanê ji bo guhertina demografiya axê an veqetandina her piçek ji wê; kiryareke wiha wek bêemînî li hember vê peymanê tê hesibandin.\n\n### Duyem: Sembola Rojê û Çavkaniya Enerjiya Neteweyî\n\nRoja zêrîn a navendê dilê lêdide yê Alayê ye û sembola jiyan, zanîn û ji nû ve rabûna herdemî ya Neteweyê ye. Ev roj nûneriya wê enerjiya herdemî dike ku Peymanên War, Netew û Jiyana Kolektîf bi hev ve girê dide û wan dike yekîneyeke zindî û xwedî Serwerî.\n\n2.1. Enerjiya Rojê:\n\na. Enerjiya Rojê jiyanê dide Wargeha Kurdistanê — rengê kesk — û wê ji axeke bêcan vediguherîne Niştimaneke zindî.\n\nb. Enerjiya Rojê xwîna Neteweyê — rengê sor — germ dike û îradeya berevanî û yekîtiyê pê dide.\n\nc. Tîrêjên Rojê rêya Jiyana Kolektîf a geş û ronî — rengê spî — ronî dikin û asoya Serwerî û avabûna Kurdistanê diyar dikin.\n\n2.2. Hejmara bîst û yek (21) tîrêjan amaje bi van du Rastiyên Dîrokî yên Damezrîner dike, ku di Bîranîna Neteweyî de nayên jêbirin:\n\na. Bîst û yekê Adarê — Newroz — wek nûkirina salane ya Peymana Neteweyê bi jiyan û berxwedanê re.\n\nb. Bîst û yekê Çileya Paşîn a sala 1946an, sala damezrandina Komara Kurdistanê, wek yekem şênberbûna qanûnî û wargerî ya nûjen a Îradeya Herdemî ya Neteweyê ji bo Dewletdariyê.\n\n### Sêyem: Statûya Qanûnî û Niştimanî\n\n3.1. Ala Kurdistanê xwedî statûyeke destûrî û Serweriyeke Qanûnî ya Mutleq e û bi vî awayî tê bicihanîn:\n\na. Ala Kurdistanê, wek Semboleke Bilind, di hemû warên temsîlkirina Dewletê de — ç li hundirê Kurdistanê û ç li meydana navdewletî — xwedî statûyeke destûrî û Serweriyeke Mutleq e.\n\nb. Divê Ala Kurdistanê bi rûmet li ser hemû avahî û baregehên fermî, nivîsgehên Desthilatê, balyozxane û saziyên Dewletê bê hilkirin û li bilindahiyê, bi awayekî berbiçav, biheje.\n\nc. Amadebûna Alayê li van cihan erkeke qanûnî ye. Nebûna wê wek binpêkirineke destûrî û bêhurmetî li hember Pîroziyên Niştimanî tê hesibandin.\n\nd. Ala sembola fermî ya Hêzên Çekdar ên Komara Kurdistanê ye û li ser cil û berg û bingehên leşkerî bi awayekî rûmetdar tê bikaranîn. Hilkirina her alayeke din ji bilî Alaya Kurdistanê ji aliyê Hêzên Çekdar ve wek binpêkirineke destûrî tê hesibandin.\n\ne. Divê Ala wek beşek ji bernameya perwerdeyê bê nasandin û rêzgirtina ji wê, wek nirxeke bilind, di nav nifşên nû yên Kurdistanê de bê çespandin.\n\n### Çarem: Sûcên li Dijî Alayê\n\n4.1. Bêhurmetî li Alaya Neteweyî bi vî awayî tê pênasekirin û cezakirin:\n\na. Her kiryarek — ç devkî, ç sembolî an fizîkî — ku heqaret, bêhurmetî, şêwandin an kêmkirina rûmet û statûya Alaya Kurdistanê be, wek sûceke giran û nebexşbar li dijî Serwerî û Rûmeta Dewletê û Netewa Kurd tê hesibandin.\n\nb. Sûcên li dijî Alayê li gorî qanûnên cezakirinê yên niştimanî yên di meriyetê de têne cezakirin.\n\nc. Cezayên van sûcan dikarin ji mafên sivîl bêpar kirin, cezayê girtîgehê an her cezayeke din a giran ku qanûn diyar dike, bihewînin.\n\n### Pêncem: Erka Parastinê\n\n5.1. Parastina Alaya Kurdistanê erkeke giştî ye û bi vî awayî tê bicihanîn:\n\na. Parastin, rêzgirtin û bilindragirtina Rûmeta Alayê erkeke niştimanî ye li ser milê hemû Şaromend, sazî û nûnerên Kurdistanê, li her cihê cihanê ku bin.\n\nb. Divê Ala herdem bi rûmet bê nîşandan û tu carî di binê ti semboleke din de neyê danîn. Divê bi wê re, wek pîroztirîn Sembola Niştimanî û li kêleka ax û Serweriya Kurdistanê, bê reftarkirin.\n\n5.2. Awayê hilkirin, daxistin û rêzgirtina ji Alayê bi Qanûneke Taybet tê rêkxistin.",
      "summary": "Ala Kurdistanê sembola herdemî ya yekîtî, serwerî û Nasnameya Wargerî ya Netewa Kurd e û alaya herdemî ya Kurd û Kurdistanê ye. Ala Kurdistanê ne tenê Alaya Netew, Welat û Dewleta Kurdistanê ye; her desthilat û pergaleke ku li Kurdistanê desthilatdariyê bike, xwedî erka niştimanî û neteweyî ye ku rêzê ji Alaya Kurdistanê re bigire. Di heman demê de, tu desthilat an pergal mafê wê tune ye ku Alaya Neteweyî ji bo rêbaz an armancên îdeolojîk bide bikaranîn."
    },
    {
      "id": 77,
      "slug": "clause-77",
      "articleNumber": 77,
      "status": "published",
      "chapterId": 8,
      "title": "Têkiliyên stratejîk bi Dewleta Îsraîlê re û têkoşîna li dijî antîsemîtîzmê",
      "body": "Komara Kurdistanê, li ser bingeha berdewamiya dîrokî û hevçarenûsiya her du neteweyên Kurd û Cihû, çarçoveya qanûnî ya têkiliyên xwe yên stratejîk bi Dewleta Îsraîlê re û pabendbûna xwe bi têkoşîna cîhanî ya li dijî antîsemîtîzmê diçespîne.\n\n### Yekem: Naskirina destûrî û hevpeymaniya stratejîk\n\n1.1. Komara Kurdistanê, li ser bingeha mafê rewa yê neteweyan ê diyarkirina çarenûsa xwe, Dewleta Îsraîlê bi fermî wekî yekeyeke serwer li ser wargeha dîrokî ya neteweya Cihû nas dike; ev wargeh, wekî ku neteweya Cihû bi xwe wê pênase dike, heta hemû deverên li nêzî sînorên axa Kurdistanê dirêj dibe.\n\n1.2. Têkiliyên di navbera her du dewletan de li ser bingeha hevpeymaniyeke stratejîk a hemûalî têne avakirin, bi armanca parastina ewlehiya neteweyî û serweriyê û rûbirûbûna hevpar bi wan hêzên emperyal, dagirker û hegemonîxwaz re ku gefê li her du neteweyên Kurd û Cihû û bi giştî li îstîqrara herêmê dixwin.\n\n### Duyem: Statuya qanûnî ya Kurdên Cihû û mafê vegerê\n\n2.1. Dewlet wê rastiya destûrî nas dike ku ew beşa neteweya Kurd a ku ola Cihûtiyê dişopîne, beşeke resen û jêneveqet a pêkhateya neteweyî ya Kurdan e.\n\n2.2. Hemû Kurdên Cihû yên ku ji ber şert û mercên dîrokî ji Kurdistanê qut bûne, tevî neviyên xwe, xwediyê «mafê vegerê» yê bê şert in; dewlet erkdar e ku rêkarên qanûnî û îdarî bide meşandin da ku şaromendiya Kurdistanê bi fermî ji wan re vegerîne.\n\n2.3. Dewlet parêzgarê mîrata kulturî, dîrokî û olî ya pêkhateya Cihû ya Kurdistanê ye û bi vê mîratê re wekî samaneke niştimanî ya parastî tev digere.\n\n### Sêyem: Sûcjimartina antîsemîtîzmê û înkarkirina Holokostê\n\n3.1. Her cure gotar, propaganda an kiryara antîsemîtîk li Komara Kurdistanê bi tundî qedexe ye û wekî «sûcê kînê» li dijî bingehên vê Destûrê tê pênasekirin.\n\n3.2. Înkarkirina Holokostê, biçûkxistina wê an her hewldanek ji bo rewakirina sûcê Holokostê, wekî sûcekî giran li dijî bîra mirovahiyê û ewlehiya neteweyî tê hesibandin.\n\n3.3. Dewlet pabend e ku bernameyên perwerdehiyê bi cih bîne da ku nifşan li hember metirsiyên nefret û kîna nijadî û olî hişyar bike, wekî garantiyekê ji bo parastina yekpareyiya civakî.\n\n### Çarem: Serxwebûna biryardanê û hevpariya qanûnî\n\n4.1. Ev hevpeymaniya stratejîk di çarçoveya rêzgirtina dualî ji serwerî û berjewendiyên bilind ên her du neteweyan de tê meşandin.\n\n4.2. Komara Kurdistanê wargêriya xwe ya derve ya serbixwe di têkiliyên xwe bi Dewleta Îsraîlê re de li ser bingeha rêzgirtina dualî diparêze û hemû biryarên xwe yên li ser mijarên navdewletî li gorî qanûna navdewletî û armancên stratejîk ên welêt diyar dike.",
      "summary": "Komara Kurdistanê, li ser bingeha berdewamiya dîrokî û hevçarenûsiya her du neteweyên Kurd û Cihû, çarçoveya qanûnî ya têkiliyên xwe yên stratejîk bi Dewleta Îsraîlê re û pabendbûna xwe bi têkoşîna cîhanî ya li dijî antîsemîtîzmê diçespîne."
    }
  ]
}